26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Kurdistanê behsa odeya operasyonên Hewlêr û Bexdayê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Wezareta Pêşmerge behsa mijara avakirina odeya operasyonan a hevbeş di nabera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de dike û ew di wê baweriyê de ye ku avakirina wê odeyê hêsankariye bo azadkirina Mûsilê.

Duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ragihand ku, komîteyeke hevbeş ji herdu aliyan dê pêk were bo karê hevbeş û hevahengiyê di rizgarkirina bajarê Mûsilê de.

Derbarê vê yekê de, Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cemal Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema ku Artêşa Amerîka li Iraqê bû, odeyeke operasyonan di navbera Wezareta Bergiriyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de hebû, lê ew odeye piştî hatina DAIŞê û derketina nakokiyan di navbera herdu aliyan de, ew odeye nema, ku karê wê odeyê ji hevahengî û gotûbêjên berdewam di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk tê, ew jî bo pevguhertina zanyariyên leşkerî û îstexbaratî, ku ji herdu aliyan re pir girîng e.”

Ferîq Cemal wiha got: “Ev odeya operasyonan bo rizgarkirina Mûsilê girîng e, ji ber ku riyên dirêj kurt dike.”

Serfermandarê Wezareta Pêşmerge tekez kir ku, “Eger pevguhertina zanyariyên leşkerî û îstexbaratî di navbera herdu aliyan de bi rêya wê odeyê de bihêz bibin, dê ne tenê ewlehiya Iraqê lê belê ya navçeyê bi giştî bihêz bibe, ji ber ku hinek zanyariyên leşkerî hene ku divê bên pevguhertin, bi taybetî ji ber ku niha Hêzên Pêşmerge navçeyeke berfireh ji Mûsilê diparêz e.”
 

Nûçeyên têkildar