26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Heyder Şeşo bi fermî hatiye girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, berpirsê grûpa bi navê “Hêza Parastina Şingalê” Heyder Şeşo “ji ber avakirina hêzeke deryasayî” hatiye girtin û dê were darizandin.


Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê “Hêza Parastina Şingalê” Heyder Şeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku Heyder Şeşo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.

Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ji wan re du meh mohlet hatibû dayîn ku eger bixwazin xizmeta Şingal û Kurdistanê bikin bila tevlî hêzên Pêşmerge bibin û bikevin bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge. Lê ew li ser hewlên xwe rijd bûn. Helbet em ti carî rê nadin ku hêzeke deryasayî were avakirin û yên ku vî karî jî bikin dê werin darizandin. Ji ber vê yekê, berpirsê wê grûpê Heyder Şeşo û hinek kesên din bi fermî û eşkere hatine girtin û dê bên darizandin. Ti kes jî nehatiye wendakirin û bi veşartî jî nehatiye girtin.”
 

Nûçeyên têkildar