Wezîrê Ewqafê: Hizrê DAIŞê li Kurdistanê geşe nake

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku DAIŞ li Kurdistanê tiştekî xerîb e ji xelkê Kurdistanê re, lewma geşe nake.
Kemal Mislim, Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ nikare li ser axa Kurdistanê geşe bike û cihê xwe bibîne.Hizrê DAIŞ li Kurdistanê ti carî pêşnakeve, ji ber ku DAIŞ li Kurdistanê tiştekî xerîb e ji xelk û kûltûrê Kurdistanê re.”
Wezîrê Ewqafê wiha got: “Hejmarek kên ji xelkê Kurdistanê çêne nav DAIŞê, ku ew hejmar kêmtir e ji çekdarên hinek welatên Ewropî. DAIŞ nikarî cihê xwe di nava Kurdistanê de nedît.”
Kemal Mislim wiha domand: “Dûa nekirin ji Hêzên Pêşmerge re, kêmtir xemî ye, ji ber ku piştevaniya Pêşmerge erkekî neteweyî û olî ye. Me ji mela û zanayên olî re gotiye ku, eger nikaribin biçin şerê DAIŞê, pêwîst e erkekî olî bibînin û ji xelkê re bêjin ku alîkariya Pêşmerge bikin.”




