26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda bi bê Hewlêrê nikare şerê DAIŞê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, hatina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî  bo Hewlêrê pêngavekî girîng bû û Bexda gihîştiye wê qenaetê ku bi bê Hewlêrê nikare şerê DAIŞê bike.

Dr. Salih Mela Umer Îsa, çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina Ebadî bo Hewlêrê pêngaveke girîng bû, bo batirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, ji ber ku Serokwezîrê Iraqê jî bi xwe dizane ku bi bê Hewlêrê nikare şerê DAIŞê bike.”

Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Eger DAIŞ jinav biçe, pêwîstiya Iraqê bi sîstemeke nû heye û di vî warî de, Herêma Kurdistanê xwedî ezmûneke pir baş e, ku emê jî alîkariya wê bikin ku nakokiyan bi awayekî demokratîk çareser bike, bi taybetî ligel suneyan, da ku wê demê nakokî di navbera şîe û suneyan de dernekeve.”

Dr. Salih Mela Umer Îsa wiha domand: “Di gotinên Ebadî de diyar bûn ku, Herêma Kurdistanê dikare roleke baş bibîne di aramiya Iraqê de û di şerê li dijî DAIŞê û pêşeroja Iraqê de.”

Nûçeyên têkildar