Eniya Nusre 300 welatiyên Kurd revandin

Sûriyê-KDP.info- Çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê Cebhet el Nusrayê nêzîkî 300 welatiyên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin.
Li gorî çalakvanên bajarê Efrînê, îro, 6ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, 300 welatiyên Efrînê bi 6 basan berê xwe dabûn Şam û Helebê, lê çekdarên Eniya Nusre li gundê Dane yê ser bi Idilbê ew revandin.
Di nav wan kesên ku hatine revandin de, jin û zarok hebe, lê piştî çend demjimêran ji binçavkirin ew serbest hatin berdan û zilam û xort jî ji bo Desteya Şerîy ya Eniya Nusre hatin veguhestin.
Li gorî heman jêderan, çekdarên Cebhet el Nusrayê bi hêceta ku çend endamên wan ji aliyê YPGê ve hatine girtin, ew rêwî girtine û dixwazin bi vê yekê girtiyên xwe ji YPGê bistînin.
Rêya sereke di navbera Efrîn û Helebê de nêzîkî 3 salan e ji ber şer hatiye girtin, lewma Efrînî neçar dimînin di nav bajarê Idlibê re derbas bibin û herin Helebê. Bi vî rengî rêya wan nêzîkî 13 saetan dirêj dibe.




