26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hejmarej pijîşkên amerîkî birîndarên Pêşmerge derman dikin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Şandeke pijîşkên Amerîka bi serdanekê gihîştin Dihokê û dê hefteyekê li wir bimînin û pêşmergeyên birîndar û nexweş derman bikin.

Rêveberê Giştî tê Tendrûstiya Parêzgeha Dihokê Dr. Nîzar Îsmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke pijîşkên Amerîka bi serdanekê gihîştin Dihokê û dê hefteyekê li wir bimînin û pêşmergeyên birîndar û nexweş derman bikin.”

Dr. Nîzar Îsmet wiha got: “Hejmarek nexweş hatine diyarkirin ku rewşa wan aloz e û emelyat ji wan re divê, ku hemû jî Pêşmerge ne.”

Rêveberê Giştî tê Tendrûstiya Parêzgeha Dihokê wiha domand: “Serokê wê şandê diyar kir ku, di demeke nêzîk de ewê beşekî ji ekadîmyaya neştergeriyan a Amerîkayê li Kurdistanê vekirin.”

Nûçeyên têkildar