Qasim Derbo: Me 1000 DAIŞ kuştine..Rizgarkirin nêzîk bû

Şingal-KDP.info- Fermanderekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere kir ku, li sînorê Şingalê DAIŞ mezintirîn ziyan dîtiye, ku van 3 mehan de, 1000 çekdarên wan hatine kuştin û di 15 rojên dawî de 300 DAIŞ din me ew kuştine.
Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Şingalê pir lawaz bûne û nema mîna berê ne. Yên ku mane jî xelkê Teleferê ne.”
Derbo wiha got: “Van 3 mehan de, 1000 çekdarên wan hatine kuştin û di 15 rojên dawî de 300 DAIŞ din me ew kuştine.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Azadkirina Şingalê bi yekcarî û dûrxistina DAIŞê ji devera me gellek jê re nemaye. Ez di wê baweriyê de me ku Hêzên Pêşmerge dê nêzîk hemû navçeyê ji terorîstan paqij bike.”




