Barzanî: Me li ser karekî hevbeş lihev kir..Hîna me biryara tevlîbûna operasyona Mûsilê nedaye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ragihand ku, wan li ser karekî hevbeş û çareserkirina hemû nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihev kirin.
Heyder Ebadî îro gihîşt Hewlêrê û ligel Barzanî civiya. Piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin.
Di serî de, Serok Barzanî ragihand: “Serdana Ebadî bo Hewlêrê pir girîng bû û di demeke hesas de bû. Derfetek bû bo gotûbêjkirina çend mijarên ku girêdayî pêşeroja me hemûyan.”
Serok Mesûd Barzanî wiha got: “Nêrînên me nêzîkî hev bûn û me li ser karekî hevbeş û çareserkirina hemû nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihev kir.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê û beşdariya Hêzên Pêşmerge di wê êrişê de, wiha domand: “Em rêkeftin li ser pêkanîna komîteyeke leşkerî hevbeş, ku lêkolînê derbarê çawaniya beşdariya Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de bike û li gorî encamên wê dê biryar were dan.”
Piştre Ebadî ragihand: "Di civîna xwe de, me behsa wê yekê kir ku çawa hevkariya hev bikin di rizgarkirina Mûsilê de. Herwiha jibilî pirsa ewlehiyê, me ligel Barzanî hemû pirsên siyasî, aborî û civakî jî gotûbêj kirin."
Di beramber de, Heyder Ebadî aşkere kir ku, wan “nexşeyeke demî” ji bo destpêkirina azadkirina Mûsilê diyarkirine, lê tu zanyarî derbarê wê nexşeyê aşkere nekir.
Derbarê arîşeya budceyê di navber Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Serok Barzanî tekez kir ku, azadkirina Mûsilê û ew pirs bi hev ve negirêdayî ne, Ebadî jî tekez li ser gotina Barzanî kir û got: “Wergirtina budceyê mafekî rewa yê Herêma Kurdistanê ye.”
Ebadî diyar kir jî ku, hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de “bêyî sînor e” û “Hemû dergey” ji bo wê hevahengiyê vekirî ne û got: “Me qonaxa borî derbas kir.”




