Hejmara penaberên Sûriyê li herêma Kurdistanê bun 28 hezar kes

Cîgirê berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di dema niha de hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê nêzî 28 hezar kes in.
Îro Cîgirê berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî pêwazî li şandek a rêxistina mafê mirov ya Kurdî li Emerîka kir ku, ji Perî Qeredaxî, Murgan Jonz û Dr. Hoşyar Malo pêkhatî bû.
Di destpêka hevdîtinê de behsa rewşa penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Ji aliyê xwe ve Dîndar Zêbarî got: Niha hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê nêzî 28 hezar kes in ku 20 hezar ji wan li kampa Domîz ya bajarê Duhokê akincî ne.
Zêbarî amaje bi wê yekê kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya hêsankarî di ware wergirtina penaber û hevkarîkirina wan de pêşkêş kiriye, û daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku çalakiyên xwe bi hemahengiya digel hikûmeta herêmê ji bo dabînkirina pêdîviyên penaberan zêdetir bikin.
Di dawiya civînê de Zêbarî pêşniyar kir ku, şandek navbirî hevdîtin û gotûbêjan digel berpirsên peywendîdar li herêmê encam bidin û serdana Kampa Domîz bikin, daku ji nêz ve agahdarî rewşa penaberên Sûriyê bibin




