Dibe bi hatina Ebadî gellek nakokî çareser bibin
__2015_04_05_h21m39s40__LB.jpg)
Bexda-KDP.info- Li gorî daxuyaniyeke Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Iraqê, biryar e sibe Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Parlamenterên kurd li Bexdayê jî dibêjin ew serdan pir girîng e û dibe ku gellek pirs û nakokî di wê serdanê de werin çareserkirin.
Muhsin Sehdûn, Parlamenterê kurd li Bexdayê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina Ebadî bo Herêma Kurdistanê girîng e bo herdu aliyan, ji ber çend pirs û nakokî hene pêwîst e werin çareserkirin, ji wan jî pirsa petrolê û şerê DAIŞê ku divê hevahengî di navbera herdu aliyan de hebe.”
Sehdûn wiha got: “Jibilî zêdebûna baweriyê, geşbîn im ku gellek nakokî û pirsgirêkên din jî çareser bikin û lihev bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Sîrwan Sîrînî Parlamenterê kurd li Bexdayê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Ebadî bo Herêma Kurdistanê girîng e û ew hatin nîşana wê yekê ye ku Ebadî naxwaze şaşitiya hikûmeta berê ya Iraqê dûbare bike û ew serdan gellekî di berjewendiya wî û hikûmeta wî de ye. Dibe bi hatina Ebadî gellek nakokî çareser bibin.”




