25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kawa Ezîzî: Careke din em ti rêkeftinekê ligel TEV-DEMê pêk nayinin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û endamê ENKSê Kawa Ezîzî ragihand ku, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Lêvegera Siyasî bo berjewendiya xwe bikar tine, lê niha ew lêveger nûneratiya wan nake. Herwiha tekez kir ku, ew nema carek din ti rêkeftinekê ligel TEV-DEMê îmze dikin.

Kawa Ezîzî, Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKSê endametiya xwe di Lêvegera Siyasî de rawestandiye, ji ber ku aliyê din her tiştî dixe destê xwe de û bi tena xwe biryarê didin, xelkê û çalakvanên siyasî digirin, gefê li aliyên siyasî dikin, herwiha bi tena xwe hilbijartinên şarewaniyê lidar xistin.”

Ezîzî wiha got: “TEN-DEM ti rêzekê ji Lêvegera Siyasî re ya ku di encama Rêkeftina Dihokê de hat pêkanîn, nagire, lewma me jî endametiya xwe tê de rawestand.”

Wî Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) wiha domand: “TEV-DEMê Lêvegera Siyasî bo berjewendiya xwe bikar tine, lê niha ew lêveger nûneratiya me nake. Em nema carek din ti rêkeftinekê ligel TEV-DEMê îmze dikin.”

Kawa Ezîzî ragihand: “Baweriya TEV-DEMê bi karê hevbeş û hebûna kesekî din qebûl nake, tenê baweriya wan bi tekrewiyê heye, ku bi tena xwe biryarê bidin, lewma jiyana medenî ligel wan gellekî zehmet e.”
 

Nûçeyên têkildar