Serokwezîr: Siyaseta petrolê ya Kurdistanê serkeftî bûye..Tenê %5ê xaka Başûr di destê DAIŞê de maye

Hewlêr-KDP.info- Bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke din ya xwe lidar xist û di wê civînê de, serokwezîr ragihand ku, siyaseta petrolê ya Kurdistanê serkeftî ye. Herwiha Wezîrê Pêşmerge tekez kir ku, tenê %5ê xaka Başûr di destê DAIŞê de maye.
Îro Civîna Encumena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.
Di destpêka civînê de Serokwezîr li ser navê hikûmetê bi minasebeta cejna paskala ya Mesîhiyan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de hebsa rêkeftina navbera Hewlêrê û Bexdayê kir û eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê xwestiye ev rêkeftina han li gor proje qanûna bûdceya hikûmeta Îraqê be û hikûmeta Kurdistanê niha û di pêşerojê de jî dixwaze kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku siyaseta petrolê ya hikûmeta Kurdistanê serkeftî bûye lê dabezîna bohayê petrolê bandoreke gelek xirab li ser rewşê kiriye.
Piştî ku civîn ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hat vekirin, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir li ser rewşa Pêşmerge û eniyên şer her wiha serdana şanda Pêşmerge ya Parîsê agahî da.
Mistefa Seyîd Qadir diyar kir ku Serokê Fransa François Hollande soza alîkariyê daye Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku 95%ê wan deverên Başûr ên ku ketibûn destê DAIŞê, hatine rizakirin û got, di şerê DAIŞê de 16 welatan çek û cebilxane dane Kurdistanê û 10 welatan jî bi şêwirmendiya leşkerî alîkariya Pêşmerge kirine.
Li gorî Mistefa Seyîd Qadir, êdî DAIŞ mîna berê nikare êriş bike.
Wezîrê Pêşmerge daxwaz kir ku mûçeyê Pêşmerge di dema xwe de bê dayîn û dereng nemîne.
Di berdewamiya civîna han de çend wezîrên din raportên xwe yên derbarê kar û çalakiyên wezaretên xwe de pêşkêş kirin û di civînê de jî li ser wan raportan giftûgo hate kirin




