26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê Mûsilê: Pêşmerge bi kiriyarên xwe ketine nava dilê xelkê deverên rizgarkirî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî, Şêwermendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêşwazî li Parêzgarê Mûsilê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pêwîst e pêkhateya serekî ya rizgarkirina Mûsilê şîniyên wî bajêrî bin.

Îro yekşemê 5-4-2015 Şêwermendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Mûsilê Esîl Nocifî kir.

Di destpêka hevdîtinê de Nocifî spasiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge kir ku di mehên derbasbûyî de karîne bi awayekî qehremanane derbên dijwar li terorîstan bidin û devereke berfire ji destê terorîstan azad bikin.

Nocifî eşkere kir ku hêzên pêşmerge bi kiriyarên xwe karîne di nava dilê şîniyên wan deveran de yên ku hatine azadkirin bicîh bikin û şîniyên wan deveran gelek ji hêzên pêşmerge razîne û ji wan hez dikin û ew yek jî hêviyên şîniyên Mûsilê li hember pêşeroja xwe bihêztir bibin û ji pêvajiya piştî azad kirina Mûsilê dilniya bibin.

Di berdewamiya civîna han de tekez li ser girîngiya bilez rizgar kirina şîniyên Mûsilê ji destê terorîstên DIŞIê hate kirin û di vê derbarê de Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr barzanî got: “Pêwîst e pêkhateya serekî ya rizgar kirina Mûsilê şîniyên vê bajarê bin û herwiha lazime çi di dema prosesa azad kirin û çi jî piştî azad kirina Mûsilê planek habe bo parastina mal û canê welatiyên medenî.”

Her di civîna han de Nocifî jî tekez li ser vê yekê kir ku nabe careke din li Mûsilê şaştiyên berê werin dubarekirin û lazime îdareya herêmî ya Mûsilê bihêz be û baştirîn rêya vê yekê jî hevkarî û hemahengî li gel Kurdistanê ye.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku lazime şerê dijî terorê bibête şerê xêr û tê de tevahiya pêkhateyan li dijî tarîkî cêyên xwe bigirin
 

Nûçeyên têkildar