Serok Barzanî û parlamento: Pêwîst e çareserkirina arîşeyan berjewendiyên bilind ên Kurdistanê liber çav bigirin

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û herdu aliyan dûpat kirin ku pêwîst e çareserkirina arîşeyan bi rêya yekdengiya niştimanî û liber çav girtina bingehên yasa û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê bin.
Îro li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed û Cîgirê Serokê Parlamentoya Cefer Emînkî û Sekreterê Parlamentoya Fexredîn Qadir kir.
Di vê civînê de rewşa meydanî ya eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê hate nirxandin û pesnê qurbanîdan û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di parastina Kurdistanê de û şikandina terorîstan kirin. Herwiha behsa rewşa siyasî û ewlehî li Iraq û navçeyê kirin.
Herwiha di wê civînê de pirsa destûrê Kurdistanê û mijara serokatiya Kurdistanê gotûbêj kirin û balkişandin ser wan aloziyên ku li pêşiya Herêma Kurdistanê de ne.
Herdu aliyan Tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e di hemû demekê de yekrêziya nav mala Kurdistanê bê parastin. Herwiha dûpatkirin ku pêwîst e çareserkirina arîşeyan bi rêya yekdengiya niştimanî û liber çav girtina bingehên yasa û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê bin.
Beşdarbûyên civînê ragihandin ku ewê di hewlên berdewam de bin ji bo gihîştina çareseriyekî niştimanî û ji bo vê mebestê dê li şêwir û peywendiyên berdewam de dibin.




