26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bo Pêşmerge şerefekî mezin e ku parêzgeriyê li pêkhatên cûda dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand ku ji bo Hêzên Pêşmerge şerefekî mezin e ku parêzgeriyê li pêkhatên cûda cûda dike.

Îro şemî 04.04.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Folîk Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek û Caroslav Rîf Konsolê Giştî yê welatê Çek li Hewlêrê kir.

Di vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge hebû û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan li Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku erkê ser milê hemû aliyeke ku hevkariya Pêşmerge bike ji ber ku Pêşmerge parêzgeriyê li bihayan û cîhana azad dike.

Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan amadeye berdewam bê li palpiştîkirina Pêşmerge û her wiha dabînkirina pêdiviyên pizîşkî ji bo wan pêşmergeyên li şer da birîndar dibin.

Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek spasiya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku yarmetiya hejmarekî zêdeyê koçberan daye û ji bo koçber û penaberan û pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê bûne penagehek, daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan li warên cûda cûda de bê pêşxistin.

Li beranber de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Çek kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevanê Herêma Kurdistanê ne û amadehiya Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku peywendiyên di navbera her dû aliyan bêne berfirehtir kirin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo Pêşmerge şerefekî mezine parêzgeriyê li pêkhatên cûda cûda dike û ji bilî wê balkişand li ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê tu cûre demargîriyekî olî û neteweyî beranber pêkhatan tûneye, tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayekî naçê nav wê gengeşeya mezhebî ku niha li navçeyê da li holê daye.

Her di vê hevdîtinê de çawayiya hemahengiya zêdetir û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çek hatin axaftin.

Nûçeyên têkildar