DAIŞê jî kuştina kujerê şehîd Hucam piştrast kir

Mûsil-KDP.info- Rêxistina DAIŞê jî kuştina kujerê şehîd Hucam Sûrçî piştrast kir.
Berpirsê Ragihandina Liqa Mûsilê ya PDKê Seîd Memozînî jî ji malpera KDP.info re got, li çend mizgeftên bajarê Mûsilê de çekdarên DAIŞê behsa kuştina Muwefeq kirine û daxwaz kirine jê re dua bikin.
Pêşmerge Hucam Sûrçî roja 25ê Çileya îsal li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarekî kurd ê DAIŞê bi navê Muwefeq Esed hatibû şehîdkirin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê duh ragihandibû, çekdarê kurd ê DAIŞê Muwefeq Esed, ku serê pêşmerge Hucam Sûrçî jêkiribû, hatiye kuştin.




