26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Xelkê Hewîce ligel Baîs û Qaîde bûn û niha ligel DAIŞê ne

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî, dibêje terorîstên DAIŞê li hemû eniyên ji berê gellekî lawaztir bûne û li eniya Hewîce û derdora wê jî bi aliyê nemanê ve diçin û lawaztir dibin. Herwiha da zanîn ku ew çekdarên biyanî yên DAIŞê ji navçeya Hewîce direvin bo Mûsilê.

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk – Dobiz, Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li hemû eniyên şer lawaz bûne, niha li navçeya Hewîce û derdora wê dirûxin û roj bi roj lawaztir dibin. Piraniya xelkê Hewîce û derdora wê çekdar in û ligel DAIŞê ne û beriya niha jî piraniya wan ligel rêjîma Baîs û rêxistina Qaîde bûn. Eger DAIŞ nemîne û terorîstin din bên, dê ligel wan jî bin, lê ew çekdarên biyanî yên DAIŞê ji navçeya Hewîce direvin bo Mûsilê.”

Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: “Beşek mezin ji serkirdeyên DAIŞê li Hewîce bi xwe ji wê navçeyê ne, lê ew baweriya ku bi xwe dikirin li ser destê Hêzên Pêşmerge rastî şikestinê hat, ji ber ku Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan.”
 

Nûçeyên têkildar