25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ebadî ferman da: Bila milîsên şîe ji Tikrîtê derkevin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman daye milîsên şîe ji bajarê Tikrîtê derkevin.

Serokê Lêjneya Asayişê ya Parêzgeha Selahedînê, Casim Cebare îro ragihand, piştî ku milîsên şîe dest bi şêlandin û teqandina mal û xaniyên bajarê Tikrîtê kirin Serokwezîr Ebadî, ku fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye jî, ferman da milîsên şîe ji bajêr derkevin.

Casim Cebare her wiha got, milîsên şîe dê derkevin derveyî bajêr û bajar jî dê radestî polîsên wê deverê were kirin.

Piştî ku bajarê Tikrîtê ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên şîe ve ji destê DAIŞê hat derxistin, milîsên şîe dest bi şêlandin û teqandina xanî û malên akinciyên bajêr kiribûn.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, êrişa rizgarkirina wî bajêrî 2 carî zerera wî zêdetir bû, ku di encama wî şerê de, 536 malên welatiyan herifî ne, bi taybetî jî taxên başûrê Tikrêtê, ku piraniya pevçûnan li wir birêve diçûn.

Li nava bajêr, tîmên taybet niha mijûlî bûçkirina mayîn û bombeya ne ji ser cade û kolanan, lê hîna bi sedan otomobîlên şewitî li nava bajêr hene ku kes nîzîkî wan nebûne.

Gellek tişt hene ku pêwîst e werin kirin, beriya ku koçber vegerin bajarê xwe, ji ber ku gellek xizmet ji wî bajêrê wêrankirî re pêwîst in.
 

Nûçeyên têkildar