Serok Barzanî salvegera damezrandina rojnameya Xebat pîro kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de bi boneya 56emîn salvegera damezrandina rojameya Xebat ragihand ku, Xebat wek çawa berdewam bi canê Pêşmergayetiyê xebatkarek bû di ber mafê rewa yê miletê me de, û rolekî berçav dît di belavkirina hoşyariya neteweyî û avakirina mirovê kurd de. Herwiha di vê qonaxê de erkê xwe di pêşxistina canê bergirî û niştimanperweriyê de bi başî dîtiye û wek dezgeheke ragihandinê berpirsyane û dilsozane karê xwe kiriye.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan sernivîser û rojnamevan û karmendên rojnameya Xebat
Silv û rêz..
Bi boneya 56 salvegera bi eşkere belavbûna rojnameya Xebat, germitrîn pîrozbahî li we dikim.
Îsal em di demekê de vê boneyê lidar dixin ku gel û welatê me di qonaxeke hesas de derbas dibe û terorîstan şerekî dijwar bi ser Kurdistanê de feriz kirin, lê bi saya xwîna şehîdan û pêşmergeyên qehreman, gelê Kurdistanê bi serbilindî serkeftin bi ser dijmin de bi dest anîn û yek bust di bin destê terorîstan de namîne.
Rojnameya Xebat wek çawa berdewam bi canê Pêşmergayetiyê xebatkarek bû di ber mafê rewa yê miletê me de, û rolekî berçav dît di belavkirina hoşyariya neteweyî û avakirina mirovê kurd de. Herwiha di vê qonaxê de erkê xwe di pêşxistina canê bergirî û niştimanperweriyê de bi başî dîtiye û wek dezgeheke ragihandinê berpirsyane û dilsozane karê xwe kiriye.
Hêvîdar im hemû dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê pabendî bingehên pîşeyên rojnamevaniyê û erkê niştimanî û parastina yekrêziya gelê me bin.
Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftina zêdetir ji we re dixwazim.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî




