26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî rizgarbûna Tikrîtê li Ebadî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizarkirina bajarê Tikrîtê yê Iraqê li Serokwezîr Heyder Ebadî pîroz kir.

Bajarê Tikrîtê yê Iraqê roja 1ê Nîsana îsal ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û milîsên şîe ve û bi alîkariya balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman ji destê DAIŞê hatibû derxistin.

Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi telefonê rizgarbûna Tikrîtê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pîroz kir, Ebadî jî pêşdeçûn û serkeftinên Pêşmerge di şerê DAIŞê de li Barzanî pîroz kir.

Serok Barzanî û Ebadî her wiha tekez kirin ku divê hevkariya navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge zêdetir bibe û ev yek heta xilasbûna terorîstên DAIŞê bidome.

Nûçeyên têkildar