Kurdên êzîdî daxwaza çek bo Pêşmerge bo parastina Şingalê dikin

Şariya-KDP.info- Koçberên Şingalê yên li kampa Şariya ya li pazêzgeha Dihokê xwepêşandanek lidar xistin bo naskirina karesata Şingalê wek qirkirinê. Herwiha daxwaza çek bo Pêşmerge bo parastina Şingalê dikin
Di wê xwepêşandanê de xwepêşanderan daxwaz kirin ku karesata Şingalê wek jenosayid were naskirin û parastineke navdewletî bo devera Şingalê were kirin, da ku baweriyek li cem kurdên êzîdî çêbibe û ve.
Herwiha gotin baweriya me bi Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî heye ku dê parastina me bikin, lê pêwîstiya wan bi çek û alîkariyê heye, lewma pêwîst e hêzên hevpeymaniya navdewletî alîkariya wan bikin bo parastina devera Şingalê.
Xwepêşanderan tekez kirin ku, ji 2 aliyan ve zilim li Şingalê bû, ya yekê ji ber ku em kurd in û em razî nabin kes nêzîkî kurdatiya me bibe, ya din jî ji ber ku em êzîdî ne û em ser bi Herêma Kurdistanê ve ne.
Herwiha gotin, baweriya me bi erebên Şingalê nemaye, ji ber ku destê wan ji yê DAIŞê zêdetir di karesata Şingalê de hebû û gellekî alîkariya wê kirin.







