Fuad Husên: Rewşa tenduristiya Barzanî pir baş e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, tenduristiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî “pir baş” e û tenê bi persîvê (grîp) ketiye.
Piştî ku îdiaya nexweşbûna Serok Barzanî belav bû, Fuad Husên li ser rewşa tenduristiya wî daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand, rewşa tenduristiya Serok Barzanî “pir baş e, tenê bi grîpê ketiye”.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber wê jî Serok Barzanî nekariye di merasima vekirina Dehemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê de axaftina xwe pêşkêş bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (2ê Nîsanê) danê sibê tevlî merasima vekirina Dehemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê bû ku ji aliyê dezgeha weşanê ya iraqî ya bi navê El Meda ve hatibû organîzekirin.




