Kerkûkî: Em li ser referandûmê rijd in..Eqliyeta şovînî gûvaşê naxe ser me

Kerkûk-KDP.info- Endamê Polîtbuoya Pariya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, ew li ser encamdana referandûmê rijd in û kes nikare rê li pêşiya wê bigire. Herwiha da zanîn ku, ji bo wê referandûmê hinek pêngav hatine avêtin, yek ji wan jî avakirina komisyonê e.
Dr. Kemal Kerkûkî Endamê Polîtbuoya Pariya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd li ser encamdana referandûmê rijd in, ji ber ku mafekî rewa ye bo xelkê Kurdistanê û li gorî yasayên navdewletî jî mafê her miltekî heye ku bi azadî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Her welatek jî dadperwer be,dîmkrat be û wekhevî tê de hebe, mafê çarenivîsiya xwe dide milet.”
Kerkûkî wiha got: “Heqê ti kesî nîne ku mafê referandûmê li ser gelê kurd bibire. Ji bo wê referandûmê hinek pêngav hatine avêtin, yek ji wan jî avakirina komisyonê e.”
Endamê Polîtbuoya Pariya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha domand: “Eqliyeta şovînî gûvaşê naxe ser me û bi ti awayekî ew eqliyet nayê qebûlkirin, lewma gelê Kurdistanê dê biryara xwe bide û em azadin ku çawa bijîn.”
Ev gotinên Dr. Kemal Kerkûkî di demekê de hatin, ku çend endamên Dewleta Yasayî bi fermî dijayetiya xwe bo referandûma Kudistanê diyar kirin û çend parlamanterên wan gef xwarin.




