26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehma Xelîl: Kes mîna Serok Barzanî xema kurdên êzîdî naxwe

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berdevkê kurdên êzîdî ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şev û roj û bi hemû hêza xwe hewla rizgarkirina navçe û malbatên kurdên êzîdî dide, lê mixabin ku heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştek ji kurdên êzîdî re nekiriye.

Mehma Xelîl, Berdevkê kurdên êzîdî û parlamenterê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin Hikûmeta Iraqê li hember wan karesatên ku bi serê kurdên êzîdî de hatin ti alîkariya me nekir û ti hewl neda ku wê karesatê bi jênosayid bide naskirin, herwiha ji ji me bê par kiriye û bi çavekê kêm li kurdên êzîdî dinere.”

Xelîl wiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkar ba bo vakirina wan navçeyên rizgarkirî, da ku xelk vegerin ser mal û halên xwe, lê mixabin heta niha yek berpirsê Hikûmeta Iraqê serdana navçeyên me nekiriye û bersiva daxwazên me nedane.”

Berdevkê kurdên êzîdî wiha domand: “Em wek kurdên êzîdî spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku her ji roja yekê de ji vê karesatê û heta niha jî ligel me bûn, bi şev û roj û bi hemû hêza xwe hewla rizgarkirina navçe û malbatên kurdên êzîdî didin.”

Mehma Xelîl wiha got: “Heta bi kurdên êzîdî û berpirsên me jî mîna Serok Barzanî xema me naxin.”
 

Nûçeyên têkildar