26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Emîrek û 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge bi tundî li çekdarên DAIŞê dan û emîrek û 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Eqîd Îsa Zêweyî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro terorîstên DAIŞê xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û bi qenasê 3 kes ji wan kuştin, ku yek ji wan emir bû û nave wî Ebû Ayişa bû.”

Wî fermandaê Pêşmerge wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navendeke DAIŞê dan û ew navend bi ser sere 10 terorîstan xistin û her 10 hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar