Kobanê.. 40 hezar kes vegeriyan..Xelkê Kobanê dixwazin Girê Spî werin rizgarkirin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, vegera penaberên Kobanê berdewam dike û heta niha nêzîkî 40 hezar kes vegeriyane, lê jiyana wan pir zehmet û dijwar e, divê alîkariya wan were kirin.
Telet Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera penaberan bo Kobanê û gundên derdora wê berdewam dike, heta niha nêzîkî 40 hezar kes vegeriyane, lê jiyana wan pir zehmet û dijwar e, divê alîkariya wan were kirin.”
Emîd Telet Zirarî wiha got: “Ew xelkê ku vegeriyane piraniya wan xelkê gunda ne û pêwîstiya hemûyan bi alîkariyê heye, berê firinek li Kobanê hebû nan bi bê pere dida wan, lê ew jî nema. Herwiha alîkarî kêm digihên wan. 2 – 3 caran alîkarî ji Tirkiyê ji wan re hatin, lê xelk dibêjin ku PYDê wan alîkariyan nadin wan, ku ji şervanan re didin aliyekî.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmere wiha domand: “Xelkê Kobanê dixwazin ku Girê Spî û derdora wê werin rizgarkirin, ji ber ku eger ew navçe were rizgarkirin, dê rêya Kobanê bo Hesekê û Qamişlo ji wan re bê vekirin û alîkarî bi asanî bigihên destê wan.”
Zirarî ragihand: “Xelkê Kobanê bi awayekî mezin hej Serok Barzanî dikin û gellek malbatan bavê Serok Barznî û Barzaniyê nemir li zarokên xwe kirine.”




