26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Amerîka piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge nîşan dan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandekî bilinda Encûmena Pîrên Amerîka kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevaniya xwe û welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge nîşan dan.

Îro çarşem 01.04.2015 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senator Mitch McConnell Serokê Kutleya Zorîneyê Komarîxwazên Encûmena Pîrên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Senator Shelley Moore Capito û Senator Cory Gardner û Senator Steve Daines û Senator David Perdue û Senator Thom Tillis û Senator Ben Sasse ku hemû ser bi Partiya Komarîxwazên Amerîka bûn û her wiha Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Encûmena Pîrên Amerîka pêkhatibûn.

Li vê kombûnê da şanda mîhvan rol û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstên DAIŞ û her wiha serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Iraqê li şerê terorîstan de bilind nirxandin.

Her wiha pêzanînên xwe ji bo pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê hebû û hêviya berdewamiya wan peşketinan xwestin ku li Herêma Kurdistanê pêkhatiye.

Şanda mîhvan palpiştiyên xwe û welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dûpatkirin.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan daxwaz kirin ku guh bidin nêrînên Serok Barzanî û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê hereşeyên teror û rewşa siyasî û paşaroja Iraq û navçeyê û proseya siyasî û guhertinên Iraq û navçeyê.

Li beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Hikûmeta Amerîka kirin ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê bûne.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina wê yekê ku teror hereşeye li ser hemû cîhanê tekez jî li wê yekê kir ku rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞ pêwîstî bi hewl û hevkariya hemû aliyek heye.

Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan xisterû ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi palpiştiya gel û dostên Kurdistanê karîne efsaneya DAIŞ têkbişkînin. Her wiha xweşhaliya xwe jî bi wan serkeftinên hêzên Iraqê nîşanda ku li bajarê Tikrîtê li beranber terorîstên Da'îş de bi destanîne.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa sedemên derketin û geşbûna DAIŞ li Iraq û Sûriyê kir û sedemên li ber Iraqê li qonaxên piştî DAIŞê xiste ber behs.

Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda jî Serok Barzanî balkişand li ser rêkkeftina di navbera Hewlêr û Bexda û hêvî jî xwest ku giriftên di navbera her dû aliyan de bêne çareser kirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê hate axaftin.

Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştiyên Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
 

Nûçeyên têkildar