Nêçîrvan Barzanî di taziya Mar Denxayê Çarem de beşdar bû

Hewlêr-KDP.info- Îro danê êvarî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li dêra Yûxenna li bajerokê Eynkawa di taziya xwdê jêrazî qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem, Serokê kenîseya Rojhilatê Asşûrî li cîhanê kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jibilî gihandina taziye û sersaxiyê bo desteya kenîseya Aşûrî ya Rojhilat û yên ser bi wê dêrê ve, rola qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem bi taybetî di bihêzkirina cane birayetî û pêkvejiyana di navbera netewe û olên cuda de li Herêma Kurdistanê û Iraqê bilind nirxand.




