26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeşo: Em nahêlin ti hêz bo berjewenidiya xwe dest bixe nava me de û me jihev cuda bike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, ew dibistanên ku PKKê li ser Çiyayê Şingalê ava dike, cihê dibistanê fermî nagirin, lewma ya baş ew dest ji van karên xerab berdin û nema hewla jihevdûrkirina xelkê Şingalê bidin. Herwiha pêwîst e tenê alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin di rizgarkirina Şingalê de.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em dixwazin ku her karek were kirin bi rêya îdareya navçeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê be, ne ku her kes û aliyek ra be û bê tiştekî ji kurdên êzîdî re bike.”

Wî kesayetiya kurdên êzîdî wiha got: “Em dixwazin zarokên me bixwînin û dibistan ji wan re bên vekirin, lê bi rêya Wezareta Perwerde ya Hikûmata Herêma Kurdistanê re be. Ew dibistanên ku PKKê li ser Çiyayê Şingalê ava dike, cihê dibistanê fermî nagirin, pêwîst e li şûna wî karî alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin di rizgarkirina Şingalê de.”

Qasim Şeşo wiha domand: “Em wek kurdên êzîdî nahêlin ti hêz û aliyek bo berjewenidiya xwe dest bixe nava me de û me jihev cuda bike, lewma tişta ku niha PKKê dike, dixwaze kurdên êzîdî û xelkê Şingalê jihev dûr bixe, lê ew yek nayê qebûlkirin, lewma em daxwaz ji wan dikin ku dest ji karê xwe yên xerab berde.”

Nûçeyên têkildar