Silavên Ocalan gihîştin Serok Barzanî..Ocalan ji rola Barzanî di derbaskirina gefan li ser Kurdistanê de piştrast e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Leyla Zana û şanda pêre kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, Ocalan tekez li rol û wê erk û berpirsiyariya giran kiriye ku li ser milê Serok Barzaniye û piştrastiya xwe jî nîşan da ye ku Serok Barzanî rola xwe ya çareserkirina krîzan û derbaskirina gefan li ser Kurdistanê de dibîne.
Îro sêşem 31.03.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Leyla Zana Parlementerê Tirkiye û Endama Şanda Serdankara Îmralî û şandekî li gel kir ku ji Sirri Sureya Onder Parlementerê Tirkiye û Endamê Şanda Serdankarê Îmralî û Nîlufer Koç hevseroka KNK pêkhatibû.
Li vê hevdîtinê de ku bi mebesta gihandina nameya Abdullah Ocalan bi Serok Barzanî hate encamdan, şanda mîhvan silavên Ocalan gihande Serok Barzanî û behsa wan hevdîtin û çavpêkeftinan kirin ku di destpêka vê mehê li Îmralî li gel birêz Ocalan da hebûye.
Her di vê hevdîtinê de şanda mîhvan eve jî xistin rû ku birêz Ocalan agahdarî guhertinên navçeyê û hevkêşeyên aloz û wê şerê heye ku ji aliyê terorîstan ve li ser Kurdistanê de hatiye sepandin û ragihand ku Ocalan tekez li rol û wê erk û berpirsiyariya giran kiriye ku li ser milê Serok Barzaniye û dilniyayiya xwe jî nîşan da ye ku Serok Barzanî rola xwe ya çareserkirina giriftan û derbaskirina gefan li ser Kurdistanê de dibîne.
Di beşekî dine de hevdîtinê de şanda mîhvan serxweşiyên xwe û Ocalan bi Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan gihand ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.
Her di vê civînê de şanda mîhvan tekez li ser parastina yekrêziya aliyên siyasiyan û bestina Kongreya Neteweyî kir.
Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî û xemxuriya Ocalan ya ji bo çareserkirina kêşeyan kir û eve jî xistin rû ku ew keşeya aloza li navçeyê da tê dîtin bihêztirîn çekê Kurdistanê ye, yekrêzî û birayetî û karkirina bi wan prensîpên bilindên ku gelê Kurdistanê heye, ew jî aştîxwazî û azadî û çanda pêkvejiyanê ye.
Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mîhvan behskir ku li vê gengeşeya mezhebî ya li navçeyê da heye, Kurdistan nabê beşek ji kêşe û gengeşeyên wan.
Di derbarê şerê terorîstan jî Serok Barzanî eve şîrove kir ku serketina Kurd li ser terorîstan, pêgeh û nav û dengekî bilind ji bo gelê Kurdistanê mîsoger kiriye û cihê şanaziyê ye jî ku Kurdistanê li Kobanê heta Xaneqînê li yek sengerê da rûbirûyê terorîstan bûye.
Di derbarê sazkirina Kongreya Neteweyî, ji bilî wê yekê ku pêdagîrî li ser bestina Kongreya Neteweyî kirin, Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku pêwîs te hemû aliyek li hewla serxistina Kongreyê bide û armanca serekî ya Kongreyê jî gihandina peyama aştî bê ji bo gelên navçeyê.
Proseya aştî li Tirkiye û rewşa Rojavayê Kurdistanê û her wiha axaftina di derbarê çawayiya nehiştina kêşeya di navbera partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî piştgîriya xwe ya tevahî ji bo proseya aştî derbirî.




