Serok Barzanî: Partiya Komunîst xwedî xebatekî bi rûmet û qurbanî daye bo mafên gelê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pîrozbahiyê li her dû Partiyên Şuî (Komunîst) ya Kurdistan û Iraqê kir û di wê peyamê de ragihand ku, Partiya Şuî xwedî xebatekî bi rûmet û qurbanî daye û bawerî bi mafên gelê Kurdistanê hebûye û palpiştiya wê kiriye.
Ev jî tekesta wê ye:
Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî ya her dû Partiyên Şu'îya Kurdistan û Iraqê
Li salvegera heştih û yek saliya damezrandina partiya we ya têkoşer, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên partiya we dikim.
Partiya Şuî xwedî xebatekî bi rûmet û qurbanî daye û bawerî bi mafên gelê Kurdistanê hebûye û palpiştiya wê kiriye.
Şuiyên Kurdistan û Iraqê, herdem piştevanê doza rewaya gelê me bûne û cihê destê wan jî li xebata siyasî û civakî û hizrî û çandî ya gelên Iraqê bi rûnî diyare û li bin sêwan û çetra şoreşa mezina eylûlê de beşek bûn ji tevgera rizgarîxwaziya gelê me.
Niha jî ku gel û welatê me ji aliyê terorîstên dirinde ve şer li ser da hatiye sepandin û tundrewî û înkar û mezhebî li welatê me û navçeyê li xwe girtiye, di demek de destxweşiyê li Şuiyên Kurdistaniyan dikim ku beşdarin li erkê bergirîkirina gel û welat, ew li bende mayîn jî li we û hemû aliyên siyasî û azadîxwazan heye dijî tundrewiyê rawestin û şerê îdeolojiya nemirovaneya terorê bikin.
Di demek da gelek bi şanaziyê ve salvegera xebata partiya we ya xebatgêr dikin û germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikîn û hêviya pêşketin û serketina we ya bi berdewamiyê dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2015




