Şingal.. Balafiran navendeke DAIŞê têk birin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ragihand ku, çekdarên DAIŞê li Şingalê gellek xanî teqandine. Herwiha da zanîn ku balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro bi giranî li navendeke DAIŞê dan û têk birin.
Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 2 roj in ku çekdarên DAIŞê êriş nekirine ser Hêzên Pêşmerge, lê îro danê nîvro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navendeke DAIŞê li nava bajarê Şingalê dan û ew navend bi ser çekdarên wan de têk birin û her hemû kuştin.”
Qasim Derbo wiha got: “Terorîstên DAIŞê heta niha bêtirî 100 xaniyên welatian li Şingalê teqandine, ku hemû yên kurdên êzîdî ne.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Bi awayekî giştî, îro rewşa Şingalê aram bû û dengê teqeyan nedihat, ji ber ku çekdarên DAIŞê pir lawaz bûbe.”




