Nûnerê HDPê behsa naveroka peyama Ocalan bo Serok Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) behsa naveroka peyama rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdulah Ocalan bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û bi girîng dide xuyakirin, ji ber ku peyameke nû tê de ye.
Abid Îke, Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din, şandeke partiya HDPê bi serokatiya Parlamenterên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder gihîştin bajarê Hewlêrê û biryar e ku hefteyekê li vir bimînin.”
Îke wiha got: “Ew şand, dê peyama Ocalan bighîne Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku tê pêşbînîkirin ku çend xalên girîng tê de be, ji wan jî yekdengiya kurdan li herçar parçên Kurdistanê û girîngiya Kongirê Neteweyî û rûbirûbûna terorê li navçeyê, herwiha behsa pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê dike.”
Wî nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê wiha domand: “Şanda HDPê dê ligel Sekreterê YNKê Celal Talebanî û partiyên siyasî ên Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî bicive.”
Abid Îke ragihand: “Peyama Ocelan bo Serok Barzanî tiştekî girîng û nû ye. Cuda ye ji ji peyama wî yak u li Amedê hat xwendin. Sedema wê peyamê jî ji ber wê yekê ye ku Barzanî kesayetiyeke bi bandor eli navçeyê.”




