25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keskê.. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Vê êvarê, fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Keskê ji me re ragihand ku, Hêzên Pêşmerge bi dijwarî bersiva êrişa DAIŞê dan û gellek ziyan gehandin wan.

Ehmed Sûrçî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Keskê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vê êvarê, çekdarên rêxistina DAIŞê li gundê Eşiq li eniya Keskê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û heta niha jî şer berdewam dike û Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind li wan didin û ew jî direvin.”

Raîd Ehmed Sûrçî wiha got: “Terorîstên DAIŞê cilên kesik li xwe kirine, da ku di nava zad û dexlan de diyar nekin, lê Hêzên Pêşmerge zû bi wan hisiyan û li wan dan û ew agir baran kirin.”

Wî fermandrê Pêşmerge wiha domand: “Gellek ziyan gihyane çekdarên DAIŞê, lê ji ber ku şev e, hejmara kuştiyên wan heta niha nexuya ye.”

Nûçeyên têkildar