Bi saya Pêşmerge 650 malbat vegeriyane Rebîe

Rebîe-KDP.info- Li gorî wan amarên ku bajêrvaniya Rebîeyê dane me, bi saya zend û bendên Hêzên Pêşmerge heta niha 650 malbat vegeriyane Rebîe û hêj jî xelk vedigerin ser mal û halê xwe.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge nahyeya Rebîe û derdora wê bi temamî ji destê DAIŞê rizgar kirin niha xelk bi koman vedigerin ser mal û halê xwe.
Derbarê amara dawî ya xelkê ku vegeriyane wê nahyeyê, Bajêrvanê Bajêrvaniya Rebîeyê Elî Umer Xidir ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi saya Hêzên Pêşmerge vegera xelkê berdewam dike û heta duhî, ew navên ku hatine nivîsandin, 650 malbat vegeriyane ser mal û halê xwe û dest bi jiyanê kirine, lê her malbatek ku destê wê di alîkariya DAIŞê de hebe, nabe bi ti awayî vegere deverê.”
Elî Umer Xidir wiha domand: “Xelkê dest bi vekirina dukanê xwe kirine û karê xwe dikin. Bi awayekî giştî rewş baş e, herwiha fermanber li hemû damûdezgehên fermî dest bi dewamê xwe kirine û me daxwaz kiriye ku xizmeta deverê were kirin.”




