26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kanada dikare Hêzên Pêşmerge li ser çekan perwerde bike

Çavkanî: KDP.info

Waşinton-KDP.info- Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê ragihand ku, pêwîst e di perwedekirina Hêzên Pêşmerge de alîkariya Herêma Kurdiatnê were kirin. Herwiha da zanîn ku ewê memnûnê Kanadayê bibin eger bi wî karî rabe, hewlbet eger bi alîkariya zaniyariyên îstxbaratî û asmanî piştevaniya Pêşmerge bikin dê baştir be.

Beyan Samî Ebdulrehman, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê ragihand: “Şerê DAIŞê eger çend mang û salêk dirêj bike, divê Kanada û welatên hevpeymanan wî şerî bikin, heta ku li ser mile kurd, Iraq û Sûriyê nemîne.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Serbazên Kanadayê ji meha Oktoberê li Iraqê ne û em hêvîdar in herî kêm heta salekê li wir bimînin, ku di 6 mehên destpêkê de pilana wan hemû bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge.”

Beyan Samî Ebdulrehman wiha domand: “Hêzên Pêşmerge bi bandortirîn hêza bejayî li dijî DAIŞê ye li Iraq û herêma wan. Pêşwîstiya wan bi perwedekirinê heye, ku ez di wê baweriyê de me ku Kanada dê wî karî bike.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê ragihand ku, pêwîst e di perwedekirina Hêzên Pêşmerge de alîkariya Herêma Kurdiatnê were kirin. Herwiha da zanîn ku ewê memnûnê Kanadayê bibin eger bi wî karî rabe, hewlbet eger bi alîkariya zaniyariyên îstxbaratî û asmanî piştevaniya Pêşmerge bikin dê baştir be.
 

Nûçeyên têkildar