Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê nabe beşek ji vî şerê mezhebî li navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di pêşwaziya li Wezîrê Derve yê Lokzimborgê de ragihand ku, gelê Kurdistanê xwedî kûltûra pêkvejiyan û lêbordiyê ye û bi ti awayî nabe beşek di vî şerê ku niha li navçeyê diqewime. Herwiha wezîrê mêvan ragihand ku, welatên Ewropayê gellekî dixwazin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di ware leşkerî û mirovî de, herwiha welatê wî li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Kurdistanê dê berdewam be.
Îro yekşemê 29/3/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Jan Asil Born Wezîrê Derve û karûbarê Yekîtiya Ewropayê Lokzimborgê û şanda pê re kir.
Di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Lokzimborgê pesnê serkeftinên Hêzên Pêşmerge da û spasiya Herêma Kurdistanê kir li ser alîkariya penaber û koçberan û got: “Cîhan bi rêz li rola Herêma Kurdistanê dinere di wî warî de û di parastina pêkhateyên neteweyî û olî de. Herwiha pesnê aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê da.”
Jan Asil Born Wezîrê Derve Lokzimborgê ji Serok Barzanî re ragihand ku, welatên Ewropayê gellekî dixwazin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di ware leşkerî û mirovî de, û da zanîn ku welatê wî bi hevahengî amade ye ku ligel Almanya Pêşmergeyên birîndar derman bike û pêdviyên pijîşkî jî ji Kurdistanê re peyda bike.
Di beşek din ji axaftina xwe de, Wezîrê Derve Lokzimborgê amaje bi wê yekê da ku li welatê Ewropayê rêzek mezin ji Pêşmerge re digirin û got: “Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, DAIŞ nedişka. Ew şer ne tenê şerê Kurdistanê ye, ji ber ku DAIŞ gefe li ser me hemûyan, lewma divê em hemû rûbirûyê wê gefa cîhanî bibin.”
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya welatên dostên Kurdistanê kir û got: “Hêzên Pêşmerge bi şanazî şerê terorîstan dikin û karîn estoreya DAIŞê bişkînin.”
Serok Barzanî herwiha da zanîn ku, “DAIŞ gef e li ser hemû aliyekî û jinavbirina wê tenê bi rêya leşkerî nabe, lê belê dive bi rêya fikrî jî şerê wê bê kirin û çavkaniyên wê bên hişkitin.”
Rewşa siyasî û qeyranên navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû, li vî derbarî de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê xwediyê kultûra pêkvejiyan û lêborînê ye û bi tu awayekî nabê beşek ji wê gengeşeya mezhebiya li navçeyê da li holê daye. Her wiha dûpat kir ku teror û çanda tundrewiyê bi tu awayekî nikarê cihê piyê xwe li Kurdistanê bike. Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda de balkişand li ser wê yekê ku rêkkeftinek li navbera her dû aliyan de heye û aliyên Kurdistanê pêve pabende û li benda bi cîhkirina wê rêkkeftinê ye.




