26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Akdogan: % 70 ji xelkê Tirkiyê piştevaniya pêvajoya aşitiyê dikin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan dibêje,maystroyê orkestraya pêvajoya aşitiyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e.

Akdogan ji çapemeniya Tirkiyeyê re axifî û got: “Eger partiya HDPê benda hilbijartinê derbas nekir dunya xirab nabe û ew kesên dixwazin pêvajoya aşitiyê têk bidin û agir gur bikin, ewê pê bişewitin.”

Yalçin Akdogan anî ziman ku, % 70 ji xelkê Tirkiyeyê piştevaniya pêvajoya aşitî û çareseriyê dikin, ew jî ne bi saya HDPê ye, ji ber ku ew tenê dikare % 8 ji dengan bigre, ew bi saya partiya AKPê û Serokomar Erdogan e.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Akdogan wiha got: “Daxuyaniyên hevserokê HDPê Salahedîn Demîrtaş li hember Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, daxuyaniyên nerênî ne û bandoreke nebaş davêje ser pêvajoya aşitiyê.”

Yalçin Akdogan diyar kir ku, êdî pêvajoya aşitî û çareseriyê ne tenî milkê hikûmetê ye, bûye milkê hemû dewletê.
 

Nûçeyên têkildar