Serokayetiya Kurdistanê: Ti lêborîna taybetî nehatiye derxistin

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red dike ku, di dema derbasbûyî de lêborîna taybetî ji bo tu zîndaniyek li Rêveberiya Çaksaziya Silêmaniyê derxistibe.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Li çend rojên derbasbûyî de nûçeyek li hinek ji sazî û dezgehên ragihandinê de, di derbarê derxistina lêborîna taybetî ya Serokê Herêma Kurdistanê di (10) rojên derbasbûyî de ji bo (15) hukimkiriyên çaksaziya Silêmanî hatiye belav kirin.
Em weku Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê nûçeyê red dikîn û radigihînîn ku di dema derbasbûyî da lêborîna taybetî ji bo tu zîndaniyek li Rêveberiya Çaksaziya Silêmaniyê nehatiye derxistin û ew nûçe tu bingeheke xwe tûneye.
Hêvîdarîn dezgehên ragihandinê bi hûrbîniyê ve muamele li gel nûçeyan da bikin û berpirsên peywendîdar jî pabendtirê veguhestina rastiyan bin.
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29/03/2015”




