Husên: Serok Barzanî hîna li ser serokatiyê ne axiviye..Piraniya çekdarên biyanî hatine kuştin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatya Herêma Kurdistanê Fûad Husên dibêje ku, derengxistina encamdana referandûmê bo demeke dirêjtir, pirsgirêk û qeyranên din li pey xwe tine. Herwiha da zanîn ku, Serok Barzanî hîna li ser serokatiya Herêma Kurdistanê ne axiviye.
Fûad Husên di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El-Şarq El-Awset de, ragihand: “Piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, herwiha girtina çendîn navçeyên berfireh li Iraq û Sûriyê, ew rêxistin bû dewlet. Lê stratejiya niha ew e ku DAIŞê ji dewlet vegere rêxistinekê û piştire were jinavbirin.”
Serokê Dîwana Serokatya Herêma Kurdistanê wiha got: “Hêzên Kurdî jî çi li Kobanî û çi li Herêma Kurdistanê navçeyên berfire ji DAIŞê paqij kirin, di wê mebestê de em serkeftin.”
Husên wiha domand: “Niha krîzeke aloz di nava DAIŞê de peyda bûye, ji ber ku piraniya biyaniyên di nava çekdarên wê de li eniyên şer hatine kuştin û yên din jî reviyan. Di encamê de nakokiyên dijwar di nava wan de derketine, bi taybetî jî di navbera çekdarên Tileferê yên turkmen û çekdarên din ên ereb de.”
Fûad Husên herwiha amaje bi krîza darayî jî di nava DAIŞê de kir û da zanîn ku, “Dema ku DAIŞê xwe kir dewlet gelek çavkaniyên wê yên darayî hebûn, lê niha ew çavkanî ziwa bûne û pey çavkaniyên din digere da ku rewşa xwe ya aborî baş bike.”
Husên wiha doman: “Li gor zanyariyan jî niha hemû nexweşxaneyên Mûsilê tije birîndarên DAIŞê bûne û êdî mal jî bûne cihê dermankirin birîndarên DAIŞê, yên ku di şerê li dijî Pêşmerger û hêzên Iraqê de dikevin.”
Fûad Husên dibêje ku, “Niha metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê nema ye, serkirdatiya kurd jî niha mijûlê çareserkirina encamên wê krîzê ye, ji aliyê darayî û civakî ve.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi stratejiya Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û got: “Stratejiya leşkerî ya Herêmê ew e ku, şerê DAIŞê li her cihekî bike û hevpeymaniyê ligel her çînekê bike ku şerê DAIŞê dike pêk bîne, tevî bihêzkirina rêzên pêş ên Pêşmerge û hizra çawaniya danûstanê ligel hêzên iraqê yên din, di nav wan de jî artêşa Iraqê, di operasyonên paşerojê de bikin.”
Husên amaje kir ku, heta niha gelek welat hene ku alîkariyên leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin “lê ew alîkarî ne li gor asta pêwîst in. Wan jî fêm kir ku DAIŞ tenê gef li ser Iraq û Kurdistanê, ku gef e li ser civakên wan jî, lewma eger dixwazin berjewendî û civaka xwe biparêz in, divê çekan ji Herêma Kurdistanê re bişînin.”
Navborî amaje bi peywendiyên Herêma Kurdistanê kir û got: “Serkirdatiya Kurdistanê peywendiyên bihêz ligel praniya welatên erebî girêdane, çi peywendiyên dîplomatîk û çi peywedniyên din be.”
Fûad Husên wiha domand: “Peywendiyên me û Tirkiye baş in û armanca siyaseta me pêkanîna peywendiyên bihêz e ligel welatên derdorê li ser bingeha berjewedniyên hevbeş û destênewerdan di karûbarên navxweyî de, rast e Kurdistan ne dewlet e, lê rehendek Kurdî li Îran û Tirkiyê heye, lewma ez behsa destênewerdan di karûbarên navxweyî de dikim.”
Li ser hejmara şehîd û birîndarên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de, Fûad Hisên amaje kir ku, eger çekên giran û pêwîst ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatibe peydakirin, dê hejmara birîndar û şehîdan gelekî kêmtir ba û got: “Niha hejmara şehîdên me hezar û 150 Pêşmerge derbas kiriye, herwiha bêhtir ji 5 hezar birîndar jî hene.”
Serokê Dîwana Serokatya Herêma Kurdistanê derbarê îdareya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wiha got: “Piraniya wan nevçeya eger ne ji Pêşmerge ba niha di destê DAIŞê de bûn. Hêzên Pêşmerge niha tevahiya pêkhatan diparêzin. Derengxistina encamdana referandûmê bo demeke dirêjtir, pirsgirêk û qeyranên din li pey xwe tine.”
Derbarê wîlayeta Serokê Herêma Kurdistanê jî, Fûad Husên wiha got: “Hîna bi awayekî fermî ew pirs nehatiye gotûbêjkirin, herwiha Serok Barzanî derbarê vê yekê ne axiviye. Zehmet e ku niha ev mijar were gotûbêjkirin, helbet em nêzîkî wê bûne û divê em bigihên encamekê.”




