26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa Kurdistanê: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê “Ziyad Selîm Mihemed Elî Kurdî”  li taxeke bajarê Mûsilê hatiye kuştin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Şeva borî seat 12:30 balafirên şer ên hevpeymanan li ser hejmarek zanyariyên istixbaratî, di operasyonekê de li Sahil Eymen a texa Sewre ya bajarê Mûsilê û li nêzîkî mizgefta Hafiz, serkirdeyê DAIŞê Ziyad Selîm Mihemed Elî Kurdî, hat kuştin.”

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê agahî li ser derbarê wî serkirdeyê DAIŞê belav kir û dibêje: “Ew (Terorîstê Mezin) yê ku bi navê (Ziyad Kurdî) û (Mensûr) dihat naskirin û li taxa Yarimce ya Mûsilê dima.”

Navborî di sala 2004an de pêywendî bi rêxistina Tewhîd û CÎhad a ser bi Qaîde ve kiribû, û li sala 2006an jî ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatibû girtin û di girtîgeha Buka (Parêzgeha Besrayê) de bû, ku bi berpirsiyaretiya encamdana gellek karên terorîstî tohmetbar bû.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku, “Piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, Ziyad Kurdî çendîn erkên leşkerî de cih girtibû û bibû berpirsê leşkerî yê Sahil Eyser. Piştre bibû berpirsê eniyên Zumar, Kesk, Bendava Mûsilê, Filfîl, Tilkêf, Bertele, Guwêr û Mexmûrê.”

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, “Ziyad Kurdî berpirsyar bû li ser terorkirina dehan welatiyên kurd û welatiyên din ên bêguneh.”

Encumena Asayişa herwiha tekez kir ku, “Berî niha jî du birayên wî terorîstê mezin  hatibûn kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar