26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Enwerê Hacî Osman: Îro be yan sibe, pêwîst Pêşmerge bi awayekî rasterast werin pirçekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku hewldan bo pirçekirina Hêzên Pêşmerge bi awayekî rasterast berdewam dikin, lê heta niha nebûye kirdar. Herwiha tekez kir ku, ew dibîne ku baş e Hêzên Pêşmerge di şerê azadkirina Mûsilê de bikin, ew jî eger mercên kurdan bicîh werin.

Enwerê Hacî Osman, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info ragihand: “Hewldan bo pirçekirina Hêzên Pêşmerge bi awayekî rasterast berdewam dikin, ku hewldan zêdetir bi rêya serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Îro be yan sibe be, pêwîst Hêzên Pêşmerge bi awayekî rasterast werin pirçekirin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Bexda hezar û yek pirsgirêk ji me re derxist di şandina çekan re bo Herêma Kurdistanê.”

Enwerê Hacî Osman ragihand: “Ew çek û alîkariyên ku hatine Iraqê heta niha beşê Herêma Kurdistanê ji me re neşandiye, tevî ku şerê DAIŞê pişka mezin jê ji Herêma Kurdistanê re ye.”

Derbarê beşdarbûna Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de, Osman wiha domand: “Ez dibînim ku baş e Hêzên Pêşmerge di şerê azadkirina Mûsilê de bikin, ew jî eger mercên kurdan bicîh werin.”
 

Nûçeyên têkildar