Dê 8 hezar kurdên êzîdî bibin Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê Şêx Şemo ragihand ku, bi awayekî giştî dê 8 hezar kurdên êzîdî wek Pêşmerge bên damezrandin, ku dê ser bi Wezareta Pêşmerge bin. Herwiha hefteya borî 2 fewcên wan mûçeyên xwe wergirtin.
Şêx Şemo Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina çend fewcan ji kurdên êzîdî ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve pêngaveke pîroz e û ez bi girîng dibînim, ji ber ku hemû xelkê êzîdî ne û bêtir navçeyên xwe biparêzin û bergiriyê di ber de bikin.”
Şamo wiha got: “2 fewic bi dawî hatine û her fewcek ji 600 Pêşmergeyan pêk tê û mûceyên xwe jî wergirtine û pilan bo 2 fewcên din jî hatiye amadekirin û di demeke nêzîk de dê dest pê bikin, herwiha çekdarên êzîdî ku li Çiyayê Şingalê bergiriyê di ber kurdên li ser çiya dikin, ku hemû bûne hêz ku hejmara wan 5 hezar Pêşmerge ne, ku hejmara wan bi giştî nêzîkî 8 hezar Pêşmerge ne.”
Şêx Şamo wiha domand: “Li gorî bernameyê jî, piştî azadkirina Şingalê dê ew fewc bo navçeyê pêk bînin û Şingalê birêve bibin.”




