Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî daxwaza serxwebûna Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî, daxwaz ji nûnerên her 5 welatên mezin û 61 welatên din ên cîhanê kir ku, piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin. Herwiha Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Dexîl daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir, kurdên êzîdî biparêze û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd qebûl bike.
Duhî civîna Encumena Asayişa Navdewletî li ser gefên li ser kên neteweyên Rojhilata navîn bû û di wê civînê de Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Ron Proser axaftinek pêşkêş kir.
Proser di axaftina xwe de wiha got: “Kurd hêza sereke ye li dijî DAIŞê. Em daxwaz dikin ku piştgîriya serxwebûna wan ya siyasî were kirin.”
Piraniya nûnerên welatên ku di civînê de amade bûn, behsa kurdan wek hêzeke sereke li dijî DAIŞê kirin, ku kurd rojeva wê civîna mezin ya Neteweyên Yekbûyî bû.
Herwiha Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl di wê civînê de axaftinek pêşkêş kir û daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir, kurdên êzîdî biparêze û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd qebûl bike.
Dexîl di axaftina xwe de behsa rewşa kurdên êzîdî û komkujiya ku DAIŞê aniye ser wan, kir û got, heta niha zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî wenda ne, ku 3 hezar jê jin in û çekdarên DAIŞê bi wan ticaretê dikin.
Wê parlamentera kurd a êzîdî anî ziman ku DAIŞ kurdên êzîdî dikuje, jinên wan direvîne û difroşe û wiha got: “Em nizanin çima vê yekê tînin serê me?!.”
Viyan Dexîl ji endamên Encumena Asayişa Navdewletî xwest, kurdên êzîdî biparêzin û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd nas bikin.
Dexîl her wiha bang li hêzên navdewletî kir, di şerê DAIŞê de alîkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge bikin û ew deverên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, dîsa ava bikin.




