Amerîka dê rasterast çekan ji Kurdistanê re bişîne

Amerîka-KDP.info- Li gorî raporteke Waşinton Êkzamîner, roja pêncşema borî komîteya karûbarê derve ya kongrêsa Amerîkî, yasayek nû pêşkêşî kir ku bi rêya wê rê dide îdareya Obama ku rasterast çek û pêsviyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Senatorên herdu partiyên Komarî û Dîmokratî ew yasaye beşdar bûne. Herdu senetoran Êd Royesî û Êliyet Êncel ew yasaye pêşkêşkirin û li gorî wê yasayê jî dê 3 salan bimîne û piştre pêwîst e yan were dirêjkirin yan jî bi dawî anîn.
Li gorî wê raportê, mêrxasî û serkeftinên berdewam ên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û daxwaza berdewam a serkirdatiya kurd, bûne sedema wê yekê ku daxwaz ji kongirês were kirin ku bi yasa û destûr rê bidin ku rasterast çek û pêdiviyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê bê şandin.
Êd Royesî di dema pêşkêşkirina wê yasayê de wiha got: “Dostên me ên girîng di şerê li dijî DAIŞê de, pêwîstiya wan bi çekên giran û otomobîlên leşkerî heye.”
Herwiha Êliyet Êncel got: “Hêzên Pêşmerge bihêz û qehremanî li ser erdê li dijî DAIŞê şer dikin, lê pêwîstiya wan bi alav pêwîst heye. Lewma pêwîst e em bi erkê xwe rabin û çek teqemeniyan ji wan re bişînin.”




