26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge bi tundî berdiv da..Gellek ziyan gehandin DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Şingalê ragihand ku, çekdarên rêxistina DAIŞê li Şingalê 2 caran êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge herdu êrişên wan têk birin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Şingalê, Eqîd Îsa Zêweyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê ji Qesra Simaîl Beg û Şingala kevin 2 êriş kirin û di herdu êrişan de gellek kuştî dan.”

Eqîd Îsa Zêweyî wiha got: “Hêzên Pêşmerge di wan herdu êrişan de ti ziyan nedan.”

Derbarê rewşa nava Şingalê wî fermandrê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Çekdarên DAIŞê nema karin wek berê êriş bikin.”

Nûçeyên têkildar