25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Simêr: Jibilî Pêşmerge, êzîdî ti hêzeke din qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, heta ku Hêzên Pêşmerge li Şingalê bin û yek kurdê êzîdî li navçeyê hebe, pêdviya wan bi ti hêzeke din nabe, û ti hêzek din ku ne bi fermana Serok Barzanî be, nayê qebûlkirin û dê bi hemû awayekî li dijî wê bin.

Qasim Simêr, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî bi hêzekê razî nebe, em wek êzîdî jî pê razî nabin û emê bi hemû awayekî li dijî wê bisekinin, lewma her hêzek neyasayî wek Heşdul Şeibî nabê were navçeyê.”

Simêr wiha domand: “Niha hêzek bi navê Artêşa Iraqê nemaye, eger wê artêşê di dema êrşia DAIŞê li ser Mûsilê de karê xwe kiriba, rewşa Mûsilê û navçeyên din niha wiha têk nediçû.”

Wî Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Heta ku Hêzên Pêşmerge li Şingalê bin û yek kurdê êzîdî li navçeyê hebe, pêdviya wan bi ti hêzeke din nabe, û ti hêzek din ku ne bi fermana Serok Barzanî be, nayê qebûlkirin û dê bi hemû awayekî li dijî wê bin.”

Nûçeyên têkildar