Tirkiye.. Pakêt ewlekariya navxweyî hat pesendkirin

Tirkiye-KDP.info- Piştî ku çend guhertin di çend xalên wê de hatin kirin, pakêta ewlekariya navxweyî ku ji aliyê AKPê ve hatibû amadekirin, li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin.
Li gor wê pakêta ku parlamentoyê duhî qebûl kir, polîsê Tirkiyeyê dikare çekan li hember wan xwepêşanderan bi kar bîne ku molotof û çekên din ên wek wê di destê wan de be.
Herwiha polîs dikare li hember wan xwepêşandanên ku destûr nestandine, ava reng sor bi kar bîne.
Di pakêta ewlekariyê de jî hatiye gotin ku kesên sloganên ji bo rêxistin yan jî komeleyên ne yasayî bilind bikin yan jî cilên wan li xwe bikin û tevlî xwepêşandanan bibin herwiha yên ku pankartên qedexekirî rakin, wê bi 3 heta 6 mehan girtin, bên cezakirin.
Li gor pakêta ewlekariyê ku di dema gotûbêjên li ser de çend caran pevçûn di navbera parlamenteran de derketin.
Herwiha xwepêşanderên ku serûçavê xwe binuxmînin wê wek tawanbar bên hesabkirin û ji 3 sal heta 5 salan werin girtin.
Pakêta ewlekariyê herwiha desthilatê dide polîs bê ku biryara dadwer, xelkê ji bo 48 seatan binavç bike.




