26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keskê.. 15 terorîstên DAIŞê hatin kuştin..Gellek ziyan dîtin

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka hejmarek navend û cihên DAIŞê li eniya Keskê dan ber bombeyan û li gorî agahiyan 15 terorîstên wan hatine kuştin û 2 otomobîlên DAIŞê jî têk birin.

Cîgirê Fermandarê Artêşa yek a Zêrevanî li eniya Keskê Emîd Ehmed Yûsif ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro carek din 2 otomobîlên DAIŞê ku çekên Doşka li ser wan bûn û dixwestin xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge bikin, lê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka bi giranî li wan dan.”

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Xelo ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka îro li gundê Waliyê yê eniya Keskê hejmarek navend û cihên DAIŞê dan ber bombeyan û li wir 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar