Nêçîrvan Barzanî serxweşî li Dêra Aşûrî ya Rojhilat kir
__2015_03_27_h21m13s52__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat peyamek belav kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Koça dawî ya xwedê jêrazî Qedasetî Patrîk Mar Denxayê çarem em ji dil xemgîn kirin, bi vê boneyê bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirse û serxweşiyê li desteya Dêra Aşûrî ya Rojhilat dikin, hêvîdar in xwedayê mezin aramiyê bide we û xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike.
Di koça dawî ya xwedê jêrazî Qedasetî Patrîk Mar Denxayê çarem, me kesayetiyeke kara û bi bandor ji dest da, ku berdewam roleke mezin di pêşxistina pêkvejiyanê û canê wekheviyê û aştiyê li ser asta Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê didît.
Hêvîdar in ev nexweşiya we ya dawî be û xwedê seberê bide hemû aliyekî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê




